Mîthat Sancar: Doza girtina HDP’ê siyasî ye

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar têkildarî geşedanên doza girtinê li dijî partiya xwe diyar kir ku wan serî li Dadgeha Destûra Bingehîn daye û armanca dozê ew e ku HDP’ê tasfiye bikin.

Têkildarî geşedanên doza girtina partiya HDP’ê Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar li Navenda Giştî ya partiyê civîna çapemeniyê li dar xist û daxuyaniyek da.

Mîthat Sancar anî ziman ku wan têkildarî doza girtinê ya HDP’ê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dane û wiha got:

“Ev rewş ne rewşeke ku bi qanûnê were ravekirinê.

Ev beşek ji operasyoneke siyasî ye.

Heke em pêvajoya beriya dozê bi bîr bînin, serokkomarê AKP’yî derbarê HDP’ê de daxuyaniyan dabû.

Piştre hevkarê biçûk ê hikûmetê MHP li dijî partiya me dest bi kampanyayê kir.

Di encama vê kampanyayê de doz di rojeke watedar ango rojek beriya kongreya MHPê de hat vekirin.”

Mîthat Sancar: Armanc tasfiyekirina siyaseta demokratîk e

Sancar diyar kir ev doz xwedî karakterekî siyasî ye û got: “Armanc û plana vê doza girtina HDP’ê ew e ku siyaseta demokratîk tasfiye bike ye.”

Back to top button