Çalakiya Nobeta Edalatê ya HDP’ê li dijî tecrîdê 18 rojin dewam dike

18’ê rojin parlementerên HDP’ê li dijî tecrîda li Îmraliyê li ber wezareta Edaletê ya Tirkiyê li Enqerê di nobetê de ne.Parlamenterê HDP’ê Mûsa Pîroglû di Nobeda Edaletê de diyar kir ku tecrîdkirina Rêber Apo şer dijwartir dike û xwest her kes li dijî tecrîdê û şer hevgirtî be. Li aliyê din, endamên Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) û Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) li Îzmîrê li dijî tecrîda li Îmraliyê û êşkenceya li girtîgehan dest bi greva birçîbûnê ya 3 rojan kirin.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo ku parêzerên Rêber Apo bikaribin bi miwekîlê xwe re hevdîtinê bikin dest bi Nobeta Edaletê kiribûn.

Çalakiya Nobeta Edaletê di roja 18’emîn de li ber Deriyê Meclisê yê Dîkmena Enqereyê dewam dike.

Parlamenterên HDP’ê: Tecrîda li Îmraliyê şer dijwartir dike

Parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Mûsa Pîroglû di çalakiyê de axivî û destnîşan kir ku di navbera polîtîkaya tecrîda li Îmraliyê û nêzîkatiya hikûmetê ya li pirsgirêka kurd têkiliyek rasteqîn heye

Mûsa Pîroglû anî ziman dewamkirina tecrîdê tê maneya ku şer û neçareserî kûr dibe û got:

“Her kes jî û hikûmet jî viya dizane. Navnîşana çareserkirina pirsgirêka kurd Îmrali ye.

Tecrîdkirina birêz Ocalan, tê wê maneyê ku hikûmet ji çareseriyê direve û şer dijwartir dike.”

Parlamenter pîroglu di dawî de bi bangekî ji herkesî xwest ku li dijî tecrîd û şer mil bide milê hev.

Endamên ESP û SGDF’ê li dijî tecrîdê dest bi greva birçîbûnê kirin

Li aliyê din, endamên Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) û Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) li Îzmîrê li dijî tecrîda li Îmraliyê û êşkenceya li girtîgehan dest bi greva birçîbûnê ya 3 rojan kirin.

Biryara gireva birçîbûnê ya li dijî tecrîdê bi daxuyaniyekê hate ragihandin.

Daxuyanî ji aliyê Rêveberê ESP’ê yê Îzmîrê Bîrkan Polat ve hat xwendin û tê de ev tişt hate gotin: “Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan zêde bûne

Zexta faşîst û tecrîda li girtîgehan didome, eynika desthilatdariyê ye.

Rejîma faşîst a Qesrê ji bo ku hebûna xwe bidomîne, serî li zêdekirina zext û terorê dide û tecrîda heyî hêj girantir dike.

Ji bo ku Ocalan bikare bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê bike, werin em bibin yek û têkoşîna yekbûyî mezintir bikin.”

Back to top button