Heyet El-Tensîq bang li Şamê kir: Şûna lihevkirina bi Tirkiyê re axa Sûriyê rizgar bike

Heyet El-Tensîq bang li hikumeta Şamê kir ku li şûna nêzîkbûna bi Enqera re, Sûriyê rizgar bike. Her weha destnîşan kir ku doza kurdî dozeke nîştimanî ye û nabe ku li ser wê bazaran bi hêzên derve re bike. 

Desteya Nîştimanî -Tevgera Veguhertina Demokratîk ango (Heyet El-Tensîq) têkildarî nêzîkbûna hikumeta Şamê û dewleta Tirk daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de îşaret bi tevgera gelê Sûriyê a ji bo guhertina sîstema siyasî kir û ev tişt got: “Li şûna ku rejîm daxwazên sûriyan pêk bîne, şerê çekdarî gur kir, rêxistinên terorîst derbasî Sûriyê kirin û di encamê de welat hat hilweşandin, yekitiya gelê Sûriyê hat xirakirin.

Desteyê weha domand: Em dibînin ku erkên sereke rizgarkirina Sûriyê, ji nû ve avakirina wê û vegera koçber û penaberan li cih û warên wan e.

Her wiha ji bo pêkanîna van aramancan, guhertinek di sîstema siyasî de pêwîst e.

Doza kurdî li Sûriyê dozeke nîştimanî ye, sûrî li ser çareserkirina wê di nava xwe de û di çarçoveya yekitiya welat de, li hev dikin.

Mafê kesî nîn e ku li ser wê bi hêzên derve re bazaran bike.

Back to top button