Jinek ciwan ji gundê Qasim ê Efrînê hate revandin

Îstîxbarata Tirkiyê jineke ciwan revand.
Çeteyan jî li gundewarên Efrînê 250 darên zeytûnan birîn û li şûna erdekî ku 300 darên zeytûnê dihewîne dê baregehek leşkerî ava bikin.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê kiriyarên xwe yên hovane li Efrînê dewam dikin.

Îstîxbarata Tirkiyê û Polîsên Leşkerî li gundê Qasim yê Racoyê jineke ciwan revandin.

Hate ragihandin ku ev jin bi hinceta bi Rêveberiya Xweser re kar kiriye hatiye revandin.

Çeteyan 250 darên zeytûnan birîn

Li aliyê din jî çeteyên Elnuxba zêdetirî 50 darên zeytûnan ên welatiyên Efîrnê birîn

Ev dar jî milkê welatiyê bi navê Mistefa Yasîn û birayên wî yên ji gundê Baarafa ne.

Çeteyên Emşat jî nêzî 200 darên zeytûnan li deşta Amûriwa ya Mabatayê birîn.

Ev dar jî milkê welatiyê bi navê Mihemed Seydo ne.

Li şûna erdekî ku 300 darên zeytûnê heye, baregehek leşkerî were avakirin

Her wiha dagirkeriya Tirk zextê li xwediyên zeviyan yên gundê Etmana dike da ku erdên xwe vala bikin û li şûna wê baregehên leşkerî ava bike.

Dewleta Tirk bi destê komên bi navê polîsên sivîl, gefa revandin û girtinê li welatiyên gundê Etmana xwarin.

Hat diyarkirin ku nêzî 300 darên zeytûnan li wan zeviyan hene û milkên malabata Ezet Ebdo Diwêke û Omer Bîlal Nasan in.

Hêjayî gotinê ye ev kiryar hemû jî bi armanca guhertina demografiya Efrînê pêk tên.

Back to top button