Şêniyên Siwêdayê daxwaza mafê xwe dikin

Şêniyên Siwêdayê dîsa li dijî hikûmeta Şamê daketin qadan û daxwaza mafên xwe kirin. Li bajarê Telbîsê yê li bakurê Humsê kesên nenas erebeya fermandarê ‘Dîfa Watanî’ kir hedef û ew kuşt.

xwepêşandanên gel li Siwêdayê li dijî hikumeta Şamê yên her roja duşemê tên lidarxistin, dewam dikin.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku îro jî şêniyên Siwêdayê li dijî hikûmeta Şamê li qadan bûn.

Xelk li qada El-Kerama ya li bajêr kom bûn û mitingek li dar xistin.

Di mêtingê de pankertên girêdana hikûmetê bi madeyên hişbir re hatin rakirin û daxwaza mafên siyasî, jiyan û xizmetê hat kirin..

Li Humsê fermandarekî “Dîfa El-Wetenî” hat kuştin

Di aliyê leşkerî û şerê li meydanê de jî çavdêriya mafê mirovan agahî parve kirin..

Li gorî çavdêriyê, li bajarê Telbîsê yê li bakurê Humsê, mayînek bi erebeya Fermandarê koma bi navê “Dîfa Watanî” Ramî Rehal de teqiya.

Di encamê de Ramî Rehal hate kuştin.

Hate diyarkirin ku sedema teqînê ew bû ku berê mayînek bi erebeyê ve hatibû bicihkirin.

Li Dera di êrişekê de berpirsekî istixbarata hikumeta Şamê hat kuşti

Li aliyê din, li bajarê El-Hara yê li Derayê jî di êrişeke ji aliyê çekdarên nenas ve, berpirsekî Istixbata Hikûmeta Şamê û jineke ku pê re bû, hatin kuştin.

Li gorî agahiyên xwecihî, ev berpirsê istîxbaratê yê hatiye kuştin, gelek caran bi ser malên bajêr de girtiye û gelek ciwan binçavkirine

Back to top button