Dr.Osman Ismaîl: Salane li dijî gelê Kurd çekên kîmyewî tên bikaranîn/2/

Dr.Osman Ismaîl di dewama nirxwandinê xwe qala bi kar anîna çekên kîmyewî li dijî gêrîlayên azadiya Kurdistanê kir û wiha got: “Salane li dijî gelê Kurd çekên kîmyewî bikar tînîn lê dewletekî ku piştevaniya gelê kurd bike û qala vê yekê bike nîne, lewma cîhan bêdenge”

Dr. Osman Ismail mamosteyê hiquqa navdewletî li zanîngeha Londinê derbarê bikaranîna çekên kîmyewî li dijî gelê kurd ku serbest tê kirin de jî axivî û got: “Ji Dêrsimê heta Helebçe û niha jî li qadên gerîla çekên kîmyewî tên bikaranîn. Lê heta niha tu sucdar nehatine darzandin.”

Ji ber saziyên eleqedar tenê dewletan esas digrin, giliyê kurdan nayê girtin. ”

Dr.Osman: Dewletên ku li dijî bikaranîna çekên kîmyewî derkevin tune

Dr.Osman diyar kir ku ji ber cihê Kurdan di nava Neteweyên Yekbûyî de nîne, lewma kes guh nade banga li dij derketina bikaranîna çekên kîmyewî heta OPCW jî xwe nêzî vê yekê nake.

Dr.Osman: Divê gelê Kurd bixwe têkoşîn bike da sucdaran bibe pêşberî dadgehan

Her wiha Dr.Osman Ismaîl anî ziman ku tişta hêzên navdewletî û saziyên pêşîlêgirtina van sucan li hember kurdan dikin durûtiye.

Back to top button