KONGRA-GEL: YÊN KU 12’Ê ÎLONÊ DI ZÎNDANAN DE BERXWEDAN; 15’Ê TEBAXÊ AFIRANDIN

Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA-GEL bi boneya salvegera 35’emîn a Pêngava 15’ê Tebaxê pîroz kir.
Dîwanê got; Cejna Vejînê ya 15’ê Tebaxê dîwarên tirsê yên mêtingeriyê bi qirkirin û komkujiyan lêkiribû, hilweşand û rihê serkeftinê ji bo gelê me afirand.

 

https://anfkurdi.com/kurdistan/kongra-gel-ji-bo-xurtkirina-refen-tekosine-bang-kir-116852

Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA-GEL bi boneya salvegera 35’emîn a Pêngava 15’ê Tebaxê daxuyaniyeke nivîskî weşand

Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA-GEL di kesayetiya fermandar Egîd de hemû şehîd bi bîr anîn û wiha got:

“Yên ku li dijî faşîzma 12’ê Îlonê di zîndanan de li ber xwe dan, bi pêngava 15’ê Tebaxê re bi serketin.

Ev ruhê serkeftina şoreşgerî ya ji aliyê Rêber Ocalan ve hate afirandin bû ruhê azadiya gelê Kurdistanê û Rojhilata Navîn.”

 

KONGRA-GEL: REJÎMA ERDOGAN-BAHÇELÎ NIHA DIXWAZIN XEYALÊN 12’Ê ÎLONÊ PÊK BÎNIN

Kongra-Gel di daxuyaniya xwe de bal kişand ser armancên faşîzma Erdogan-Bahçelî û ev tişt anî ziman:

“Rejîma faşîst a Erdogan-Bahçelî ya ku di darbeya leşkerî ya 12’ê Îlonê de bi ser neket, dixwaze niha Başûrê Kurdistanê bi temamî dagir bike û di heman demê de jî êrîşî Bakur û Rojhilatê Surî bike.”

 

KONGRA-GEL: JIN Û CIWAN DI SERÎ DE DIVÊ HERKES DI QADÊN TEKOŞÎNÊ DE CIH BIGRIN

Di dawiya daxuyaniya dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA-GEL de wiha hate gotin:

“Navnîşana çareseriya pirsgirêkên Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn Rêber Ocalan e.

Ji bona Rêber Ocalan rola xwe bilîze jî, divê tecrîda li ser were rakirin.

Her wiha divê jin û ciwan encamgirtina tekoşîna sala 36’an a pêngava 15’ê Tebaxê ji xwe re wek erka stratejîk bibînin û tevlî refên tekoşînê bibin.”

Leave a Reply

Back to top button