Emîne Şenyaşar ji bo doza ‘Komkujiya Nexweşxaneyê’ banga edaletê kir

Wê sibe doza ‘Komkujiya Nexweşxaneyê’ ya malbata Şenyaşar bê li dar xistin. Emîne Şenyaşar ji bo danişîna destpêkê ya dozê banga edaletê kir û got:”Heke zext çêbibe, dibe ku edalet pêk were û kurê min bê berdan. Hêviya min di hatina we de ye.”

Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê di 14’ê Hezîrana 2018’an xizm û parêzvanên parlamentere AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz êrişî dikana Malbata Şenyaşar kiribûn.

Û êrişê li ber nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê dewam kiribû.

Di êrişa li ber nexweşxaneyê de Haci Esvet Şenyaşar û kurên xwe Fadil û Adil Şenyaşar hatibûn kuştin.

Çalakiya Nobeta Edaletê ku Emîne Şenyaşar, bi kurê xwe Ferît Şenyaşar re ji 9’ê Adara 2021’ê ve li ber Edliyeya Rihayê daye destpêkirine didome.

Danişîna destpêkê a dozê ku têkildarî dosyaya “nexweşxaneyê” hatiye destpêkirin wê sibê 17’ê Çileyê were lidarxistin.

Emîne Şenyaşar: Ez bang li her kesî dikim ku tevlî dozê bibin

Emîne û Ferît Şenyaşar ku 679 roj in li ber Edliyeya Rihayê têkoşîna edaletê didin, ji bo danişîna dozê banga tevlibûnê kirin.

Emîne Şenyaşar bang li her kesê kir ku xwedî li dozê derkevin.

Emîne Şenyaşar: Daxwaza min ku di vê dozê de edalet pêk bê

Dayê Emîne destnîşan kir du sal in ji bo edaletê têdikoşin û xwest ku bi vê dozê edalet bi cih were.

Ferît Şenyaşar ê ji êrişan birîndar xelas bûbû jî û got: Em hemû kesên ku dixwazin li Tirkiyê edaletê pê bê vedixwînin danişîna ku dê sibê were lidarxistin.

Back to top button