Berxwedana gerilla ya li hemberî çekên kîmyawî bi ser ket

Li dijî bikaranîna çekên kîmyawî berxwedana gerîla bi ser ket. HPG bang li saziyên têkildar kiribû û gotibû: ”Yên bixwazin bên cihê bûyerê û lêkolînan bikin em jî amade ne li gorî derfetan alîkar bin.”Lê PDK’ê rê nade û komîteyan asteng dike.
Heya niha jî Rêxstina Qedexekirina Çekên Kîmyayî xwe li bêdengiyê daniye.

Dewleta Tirk a dagirker piştî 2019’an li Xakurkê, 2020’an li Heftenînê û 2021’an li Garê tevî hemû sûcên şer ên bi kar dianî jî têk çû.

Nîsana 2022’an dewleta Tirk li herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê dest bi êrişeke nû kir.

Bombeyên taktîk nukleer, termobarîk û fosfor û çekên kîmyawî ku di zagonên navnetewî de qedexe ne bi sedan caran li dijî gerîlayên azadiyê bi kar anî..

Navenda ragihandina HPG’ê bi belgeyan sûcê şer ê dewleta Tirk a dagirker eşkere kir.

Tevî gelek caran HPG’ê ragihandi bû ku çekên kîmyawî li dijî wan tê bikaranîn jî, Rêxtina Qedexekirina Çekên Kîmyayî- OPCW û saziyên pêwendîdar, lêpirsîn û lêkolîn nedan destpêkirin..

Navenda Parastina Gel NPG′ê jî di bîlançoya salê eşkere kiribû ku dewleta Tirk sala 2022`an de 3 hezar û 280 carî bi bombeyên qedexe û çekên kîmyewî êriş pêk aniye.

5’ê Mijdarê 11 gerîla û mehên Tebax, Îlon û Cotmehê de jî 17 gerîlayên YJA Star û HPG’ê bi çekên kîmyawî şehîd bibûn.

27’ê Kanûna 2022’an HPG bang li saziyên têkildar kiribû û gotibû: ”Yên bixwazin bên cihê bûyerê û lêkolînan bikin em jî amade ne li gorî derfetan alîkar bin.”

27’ê Îlona 2022’an komîteyek Ewropî xwast derbasî herêma parastina Medya bibe û lêkolîn bike.

Lê PDK’ê wekî her carê bi awayek yekser li dijî gerila, destek da dewleta Tirk a dagirker.

Rê jêre vekir, îstixbarat da û dor li herêmên gerilla girt.

Dest danî li ser maskeyên ku gerilla xwe li dijî çekên kimyawî bi parêze.

Û mîna keyfxweşiyî û serkeftinek bi destxistibin, dîmenên wan belavkirin û gotin;

Me hezar û 200 maskeyên li dijî gazê ku ji bo hêzên PKK’ê diçûn, desteser kirine.

Ew jî bû sedem ku bi dehan gerîla ji ber gaz û çekên kîmyawî şehîd bibin.

Li gundê Herûrî yê li navçeya Kanî Masî komîteya lêkolînê asteng kir û nehişt derbas bibe.

Ji ber bikaranîna van çekan li wê herêmê PDK’ê û hikumeta Îraqê dixe bin barekî giran û sûcên şer, lewre rê li pêşiya komîteyên lêkolînan digrin.

Malbatên şehîdên ku zarokên wan bi çekên kîmyawî şehîd bûne jî ji bo PDK’ê dibêjin ew berpirsê şehîdbûna zarokên me ne.

Carek din berxwedana gerilla nîşan da ku li hemberî dagirkerî, çekên kîmyawî û xiyanetê xeta berxwedanê bi ser ket.

HPG’ê jî di bîlançoya salê de diyar kiribû ku hêzên wan li dijî dijmin 3034 çalakî kirin û 2942 dagirker kuştin.

Back to top button