Cebar Yawar: Divê Iraq li dijî hêzên Tirkiyê tedbîrên pêwîst wergire

Emîndarê Berê yê Wezareta Pêşmerge Cebar Yawer da zanîn ku pêwîste Iraq li gel Tirkiye lihevkirinek bike daku leşkerên Tirk ji nava xaka Iraqê derkevin. 

Emîndarê Berê yê Wezareta Pêşmerge Cebar Yawer got:

“Mijara sinoran mijarek girêdayî serweriyê ye, yanî mijareke ku hikûmeta federal a Iraqê eleqedar dike.

Erkê hikûmeta Iraqê ye tedbîrên pêwîst li dijî tevgerên hêzên Tirkiye ku zêdetirî 30 kîlometran sînor derbas kirine, bigre.

Ji bona wê jî divê Iraq li gel Tirkiye lihevkirinek ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê bike”.

Her wiha Cebar Yawer diyar kir ku mijara Şengal û deverên din pêwîstî bi lihevkirinê heye, Yawer got:

“Lihevkirin pêkhatiye, lê çima heta niha ev lihevkirin bicih nayê ew mijarek dine û pêwîstî bi dem heye.

Ji berku daxwaz hene û ew daxwazên xelkê Şengalê jî yek ji sedemên bicihnehatina wê lihevkirinê ye.”

Back to top button