MALBATA RÊBER OCALAN Û GIRTIYÊN DIN BER BI ÎMRALIYÊ VE KETIN RÊ

Bi boneya hevdîtina cejna Qurbanê malbata rêber Ocalan û girtiyên din ber bi Îmraliyê ve ketin rê.

 

Malbata Rêber Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş bi wesîleya hevdîtina cejnê ber bi Îmraliyê bi rê ketin.

Malbatan roja Înê bi rêya parêzerên xwe serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dabûn.

Serdozgeriyê bersiva erênî da û malbat vê sibehê ji Qereqola Jendirmeyan a Gemlîkê ber bi Îmraliyê ve bi rê ketin.

Li gorî agahiyan birayê rêber Ocalan Mehmet Ocalan, Birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim , Birayê Omer Hayrî Konar Emîn Konar û xwişka Veysî Aktaş Salîhe Saltik çûn hevdîtinê.

Hat ragihandin destûr nehatiye dayîn ku Wasiyê rêber Ocalan Mazlûm Dînç biçe hevdîtinê.

Malbatan herî dawî 5’ê Hezîranê îsala di cejna remezanê de hevdîtin kiribûn.

Leave a Reply

Back to top button