
Li ser peyama dawî ya Rêber Ocalan û giringiya pêkanîna wê, nirxandin zêde dibin. Endamê Heyeta Îmraliyê û siyasetmedarê Kurd Hatîp Dîcle, bal kişand ser girîngiya peyamê. Hatîp Dîcle diyar kir ku Ocalan carek din destê rizgarkirinê dirêjî Tirkiyê kir û got: Divê Tirkiye qîmeta vî destê ku hatiye dirêjkirin baş zanibe. Ger qîmet bide destê rizgarkirinê wê ji gelek tengasî û zoriyan xelas bibe.
Endamê Heyeta Îmraliyê û Hevserokê KCD’ê yê berê Hatîp Dîcle têkildarî peyama Ocalan a banga çareseriyê ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî.
Hatîp Dîcle bal kişand ser peyamên Ocalan ên ji bo aştî û çareseriya demokratîk û got:
” Birêz Ocalan, di vê rewşa krîza aborî û siyasî ya Tirkiye de bi vê pêşniyarê dîsa destê rizgariyê dirêjî Tirkiye kir.
Dîsa dibêje ‘Werin mafê Kurdan qebûl bikin û li şûna şer bi rêbaza muzakere û aştiyane em pirsgirêkan çareser bikin.
Ger ku Tirkiye vê yekê rast binirxîne û qîmeta vê yekê zanibe gelên xwişk û bira wê karibin vê pirsgirêkê di nava xwe de çareser bikin.
Dîcle, anî ziman ku li ser maseyê Tirkiye dixwest daxwazên xwe bi Ocalan û Tevgera azadiyê bide qebûlkirin û ji ber ku Birêz Ocalan ev yek qebûl nekir lingê xwe li maseyê xist .
Siyasetmedarê Kurd Hatip Dîcle, herî dawî li ser hewldan û lêgerîna Ocalan a muxatab rawestiya û ev tişt got:
“Birêz ocalan li muxatabekî digere. Ev muxatab hêzên demokrasiyê ne.
Lê ew jî bi hêz û rêxistinbûna xwe xwe komî ser hev nekirine.
Ji ber vê yekê nikarin bibin alternatif. Ji ber vê yekê HDP niha hêviyek e.