ÇETEYÊN DAIŞ’Ê GEFA ZÊDEKIRINA ÊRÎŞAN LI DIJÎ KOALISYONA NAVDEWLETÎ Û KURDAN XWAR

Di hemwextî gefên Erdogan li dijî herêmê de, çeteyên DAIŞ’ê jî bi rêya dîmenekî gefa zêdekirina êrîşan li dijî Koalisyona navdewletî û Kurdan xwar.

 

DAIŞ’ê doh dîmenek li ser beranemeya Tilgramê belav kir û gefa êrîşan li dijî Koalîsyona Navdewletî û Kurdên li Sûriyê xwar.

Çeteyên DAIŞ`ê di dîmen de, çeteyên xwe yên li Sûriyê xitab digire û dibêje wê şer gûrtir bibe.

Dîmen ku dema xwe derdora 10 deqe ne, têde diyar dibe ku çawa çete serê kesan qut dike û dibêje ,ew şervanên ji Sûriyê ne.

Raporên televizyonan û şahidên ku dibêjin DAIŞ’ê têk neçûye û heta niha li Sûriyê heye, di dîmen de hene.

Her wiha wêneyê Tramp dema ku nexşereya herêmê di bin dagirkeriya DAIŞ’ê de eşker dike di dîmenê DAIŞ’ê de bû.

Rêxistina terorîst DAIŞ’ê di mehên dawî de êrîşên xwe li dijî herêmê bi rêya şaneyên razayî zêde kirine.

Bi vê jî hewl didin ku xwe ji nû ve li sûriyê zindî bikin.

Li gorî raporekî Pentagonê jî çeteyên DAIŞ’ê tevî têkçûna xwe jî lê li Iraqê hêza xwe ya leşkerî zêde dike.

Leave a Reply

Back to top button