HPG’ê nasnameya 3 gerîlayên di 2021’an de li Zapê şehîd bûn eşkere kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya 3 gerîlayên şehîd eşekre kir û da zanîn ku Hevrêyên wan Melsa, Govend û Nûda bi nrixên ji bo têkoşîna azadiyê ya gelê wan afirandî wezîfeyên xwe yên welatparêziyê bi rengekî hêja bi cih anîn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya 3 gerîlayên ku li Zapê şehîd bûn e eşeker kir.

HPG’ê da zanîn ku Endama Fermandariya Eyaleta Zapê Melsa Mûş û hevrêyên wan Govend Zagros û Nûda Wan Goyî sala 2021’ê li Herêmên Parastinê yên Medyayê di êrîşa dijmin de şehîd bûn.

HPG: Melsa di têkoşînê û di cihê herî zehmet li pêş bû

HPG’ê der barê gerîla Melsa Mûş de wiha anî ziman:

Hevrêya me Melsa li nava malbateke welatparêz a ji herêma Serhedê ya berxwedêr ji dayik bû.

Melsa timî xwest ku di vê têkoşînê de li pêş be, li cihên herî zehmet be, beriya hevrêyên xwe bikeve bin barê zor û zehmet.

Bi vî rengî xwe kir fermandareke şareza ku artêşbûna jinê ya di şexsê YJA Starê de şênber bûye bi zanebûn bijî, bi têgihiştî tevlî bibe û di gerîlatiyê de xwe bi pêş ve bibe.

Ev rêya ku danî ber xwe, kir rêgeha jiyana xwe û di her gavê de asteke nû tevlî van taybetmendiyên xwe kir.

Sekna şoreşgerî ya ku tê wateya edalet, wekhevî û şervaniya mafdariyê, weke felsefeyeke jiyanê pejirand û timî bi vî rengî jiya.

HPG: Govend di felsefeya Rêbertî de xwe ji nû ve afirand

Têkildarî gerîla Govend Zagros jî HPG’ê got:

Ji ewladên leheng ên Botanê hevrêya me Govend li Sêrtê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû.

Sala 2020’î di operasyona li asta lokal de, her wiha sala 2021’ê di her cûre êrîşên dagirkeriyê de timî li eniyên pêş bû, li vê derê kar kir.

Di demeke kurt de bû milîtaneke YJA Starê ya şareza ku li vê qada pîroz di felsefeya Rêbertî de xwe ji nû ve afirand.

Hevrêya me Govend ku bi taybetmendiyên xwe yên bi meraq, kelecanî zû hînî şert û mercên gerîla bû, bi bandora heybeta Zagrosan navê xwe kir Govend û her tim xwest xwe bigihîne vê lûtkeyê, mîna wan jiyanê bimeşîne, bibe yek ji starên vê diyarê û bi vî rengî tevlî nava têkoşînê bû.

HPG: Nûda li hemberî dijmin li refên herî pêş şer kir

HPG’ê anî ziman ku hevrê Nûda Wan Goyî ji eşîra Goyî ya welatparêz a Şirnexê li Wanê ji dayik bû.

Di sala 2015’an de ji bo jin û xelkê me yê Êzidî li hemberî DAÎŞ’ê biparêze çû Şengalê.

Di sala 2019’an de li herêma Zapê fermandarî ji yekîneya çekên giran re kir.

Asta xwe ya tecrûbe û danheviyê bi hevrêyên xwe re parve kir, weke fermandareke YJA Starê di rêbaz û taktîkê de pêşengî kir

Li dû xwe mîrateyeke têkoşînê ya mezin hişt

Nûda li hemberî dijmin her tim dixwest li refên herî pêş şer bike.

Nasnameya her 3 gerîlayên şehîd wiha ye.

Nasnav: Melsa Mûş
Nav û paşnav: Dîlek Ozer
Cihê jidayikbûnê: Mûş
Dayik: Melîke
Bav: Rahmî
Dem û cihê şehadetê: 2021 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Govend Zagros
Nav û paşnav: Gulluşah Polat
Cihê jidayikbûnê: Sêrt
Dayik: Fatma
Bav: Necat
Dem û cihê şehadetê: 2021 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Nûda Wan Goyî
Nav û paşnav: Razan Yildirim
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik: Hîkmet
Bav: Alî
Dem û cihê şehadetê: 2021 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Back to top button