Malbatên Şehîdan bang kirin ku hesabê bikaranîna çekên kîmyewî were pirsîn

Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo bi daxuyaniyekê bikaranîna çekên kîmyewî û bêdengiya hêzên navneteweyî şermezar kir.

Daxuyanî li pêşiya avahiya Meclisa Edaleta Civakî ya Qamişlo ji aliyê endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Ebdurehîm Derwîş ve hate xwendin.

Ebdurehîm Derwîş di daxuyaniya xwe diyar kir ku piştî dewleta Tirk li hemberî berxwedana gerîla bêçar ma, çekên kîmyewî bi kar anîn û bi dehan ji gerîla şehîd bûn.

Derwîş bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hemberî bikaranîna çekên kîmyewî şermezar kir û got:

“Bikaranîna çekên kîmyewî li dijî tevahî qanûn û pîvanên navneteweyî ye.”

Ebdurehîm Derwîş bang avakirina komîteyeke lêpirsînê ya navneteweyî kir ji bo sûcên dewleta Tirk ên dijmirovî dike, werin darizandin.

Her wiha bang li ger kir ku tekoşîna xwe xurtir bikin heta ku hesab ji sûcdaran bêpirsîn.

Back to top button