Li dijî tecrîdê bertekên Kurdistaniyan

Welatiyên ku di mitînga Tifaqa Ked û Azadiyê de ji bo rakirina tecrîda li ser Rêber Apo bang kirin, gotin ku Ocalan dê bi yekitiya gelan azad bibe.

Tifaqa Ked û Azadiyê li Qada Kartalê ya Stenbolê bi beşdarbûna bi deh hezaran kesî mitînga xwe ya ewil li dar xistin.

Welatiyên tev li mitîngê bûn, bertek nîşanî polîtîkaya tecrîdê dan û banga azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kirin.

Di dawî de welatiyê bi nav Mehmet Demîr jî bi lêv kir ev qas kes doza azadiya Rêber Apo dike û got:

“Êdî divê Ocalan azad be. Ocalan divê li qadan xîtabî gel bike.”

Back to top button