Parlamenterên HDP’ê 19 rojin li dijî tecrîdê di Nobeta Edaletê de ne

Di roja 19’an a Nobeta Edaletê ya li dijî tecrîda li Îmraliyê hatiye destpêkirin de parlamenterên carek din bang kirin ku bila li Îmraliyê hiqûq bikeve meriyetê Her wiha Parlamenter Zeynel Ozen bang li muxalefat tirk jî kir li hemberî sûc û kirinên desthilata tirk bibin xwedî helwest.

Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi mebesta hevdîtina parêzeran a bi Rêber Apo re û bidawîkirina tecrîda girankirî dest bi Nobeta Edaletê kiribûn.

Îro roja 19’an bû parlementer li ber Meclisê li Enqerê bûn.

Li cihê çalakiyê, parlamenterên HDP’ê daxuyanî dan û piştre Parlamenter Zeynel Ozen axivî.

“Bi tecrîdê dixwazin têkiliya Rêber Apo a bi civakê re were qutkirin”

Zeynel Ozen diyar kir ku bi rêya tecrîdê hewl didin têkiliya Rêber Apo ya bi civakê re bê qutkirin û ev tişt anî ziman:

“Em tu agahiyan ji birêz Ocalan nagirin. mijar dijminatiya li hember gelê kurde..

Ev rewş bandorê li her qada jiyanê ya li Tirkiyê dike.

Mafê makeqanûnî yên Ocalan, mafê bingehîn ên mirovî tên binpêkirin..”

Ozen îşaret bi helwesta muxalefa Tirk ya li hemberî sûc û kirinên desthilatê jî kir û got::

Divê muxalefet ji van sepanên antî-demokratîk re bêje ‘na.’ ”

Parlamenterê HDP’ê Zeynel Ozen di dawî de anî ziman ku ji bo li Tirkiyê komareke demokratîk were avakirin, ew ê kar bikin.

Back to top button