Şandeyeke Rûsî ya leşkerî li Kobanê serdana Rêveberiya Xweser kir

Şandeyeke Rûsî ya bi serkêşiya Albay (Colonel) Alexander Ellux, îro serdana Rêvberiya Xwser a herêma Firatê kir.

Di hevdîtina di navbera herdu aliyan de, mijarên weke rewşa birêvebirina navçeyên Firatê ji aliyê perwerde, tenduristî û ewlehiyê ve hatin nîqaşkirin.

Rêveberiya Xweser a Firatê di hevdîtinê de tekezî li ser giringiya rabûna aliyên rûsî bi erkên û rawestandina êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmê, ku di êrîşan de binesaziya herêmê û saziyên xizmetguzariyê ên bakur û rojhilatê Sûriyê tên hedefgirtin.

Di dawiya serdanê de şandeya rûsî tekez kir ku ew ji bo kêmkirina rageşiya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, di nava hewldanan de ne.

Back to top button