LÎNA BEREKAT: EM NAHÊLIN KESEK BIHUSTEK AXA ME DAGIRK BIKE

Endama Koordînasyona Giştî ya Meclisa Jinên Sûriyê Lîna Berekat diyar kir ku armanca dewleta Tirk a dagirker dîsa rijandina xwîna Kurda ye. Lîna Berekat teqez kir ku ew bi xwe bawer in ku gef û êrîşên dewleta Tirk nikare wan tune bike. Û nahêlin kesek bûstek axa wan dagir bike.

Endama Koordînasyona Giştî ya Meclîsa Jinên Sûriyê Lîna Bereket armanca gefên Tirkiyê li ser bakur û rojhilatê sûrî nirxand.

Lîna Berkat diyar kir ku armanca Tirkiyê ji gefan ew e ku dîsa dest bi rijandina xwîna kurdan bike û şer gurtir bike.

Dagirkirina Efrînê û piştevaniya bi çeteyên DAIŞ’ê re mînaka vê yekê .

Lîna îşaret bi rola Tirkiyê û Rûsiya di aloziya sûriyê de kir û wiha got:

“Dewleta tirk û Rûsya tenê li ser esasê berjewendiyên xwe durî berjewendiyê Gelê sûrî tevger digerin.

Netewên Yekbûyî û dewletên navnetewî li hember êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Suriyê bêdeng in.

Heta niha civaka navdewletî zext li dewleta Tirk nekiriye da ku gef û dagirkeriya wê bide rawistanidin.

Endama Koordînasyona Giştî ya Meclîsa Jinên Sûriyê bi van gotinan nirxandinên xwe bi dawî kir:

Em bi xwe bawer in ku gef û êrîşên dewleta Tirk nikare me tune bike.

Ji ber vê yekê jî em ê kar û rêxistina xwe, têkoşîn û berxwedana xwe heta dawiyê bidomînin.

Em nalêhin kesek bihûstek axa me dagir bike.”

Leave a Reply

Back to top button