165 Darên din ên zeytûnan li Efrînê hatin birîn

Hovîtiya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efîrnê dewam dike. Di nava sê rojan de zêdetirî 650 darên zeytûnan hatin birîn. Li Cindirêsê jî welatiyek hate girtin.

Li gorî Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê SOHR, çeteyên Ehrar El-şam nêzî 100 darên zeytûnan li ser rêya navçeya Racoyê birîne.

Hejî çeteyên Ceyş Elnuxba zêdetirî 65 darên zeytûnan ên welatiyê bi navê Hesen Şêxo yê ji gundê Gemrokê birîne.

Dewleta Tirk jî li şûna hin erdên ku darê zeytûnan lê hene, dixwazin baregehên leşkerî yên nû ava bike.

Mihemed Ednan ê ji gundê Baflora Cindirêsê hatiye revandin

Li aliyê din, artêşa Tirk welatiyê bi navê Mihemed Ednan Silêman Bekir revandine.

Bekir ji gundê Baflora Cindirêsê ye û bavê du zarokan.

Eşkere bû ku Bekir bi buhaneya ku berê bi Rêveberiya Xweser re kar kiriye hatiye revandin û çarenûsa wî nayê zanîn.

Back to top button