2 Keştiyên Îranî ên gaz û neftê gihîştine herêmên hikumeta Şamê

2 keştiyên Îranê gihaştin Bendergeha Baniyasê û 2 hezar ton gaz û 8 hezar ton neft ji bo Sûriyê anî. Îran li Suriyê ji bo danîna bataryayên berevaniya esmanî yên Îranê kar dike.

Li herêmên hikûmeta Şamê aloziya aborî û zehmetiyên jiyanî zêde û kurtir dibin.

Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê ragihand ku 2 keştiyên betrolê ên Îranî gihaştine Bendergeha Baniyas ya li Tertûsê.

Tevî vê jî kirîz sotemeniyê ya li herêmên hikumeta Şamê çareser nebûye û sotemenî nayê peyda kirin..

Lê li sûkên reş, bi pereyekî zêde, sotemenî tê firotin.

Ev jî eşkere dike ku gendelîkar û bazirganên şer vê sotemeniya li ser navê xelkê hatî didizin û bi buhayekî bilind li sûka reş difroşin.

Îranî wê sîstema berevaniya ezmanî li Şamê xurt bike

Li aliyê din, di warê şer û leşkerî de jî hatiye ragihandin ku Îran Pergala Parastina hewayî ya Şamê dixwaze xurtir bike.

Ev jî ji ber êrişên Îsraîlê ku dem bi dem li ser cihên hêzên hikumetê û alîgirên Îranê pêk tê wê çêbibe..

Çavdêriya mafê mirovan li ser mijarê got: Îran kar dike ku betariyên sîstema berevaniya esmanî yên Îranê li derdora paytext Şamê bi cih bike.

Ev cih jî 3’ê devrên li derdora bajarê Şamê ne ku di nava wan de Balafirgeha navdewletî ya Şamê ye.

Li çolistana Reqa mayînek teqiya: 4 leşkerên hikûmetê birîndar bûn

Her wiha Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê derbarê tevgera çeteyên Daiş’ê li Çolistana Reqayê de jî agahî dan û got: Di encama teqîna mayînekê ku ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatibû bi cih kirin, 4 leşkerên hikûmeta Şamê birîndar bûn.

Back to top button