Bi armanca avakirina odeya hevbeş navbera Tirkiyê û Emerîka de, 90 leşkerên Emerîkî gihiştin Tirkiyê.
Li gorî dezgehên ragihandinê ev koma yekemîn a ku wê rolê di avakirina odeya navborî de bilîzin e.
Navbera 5 û 7 Tebaxê de, danûstandin têkildarî rewşa sînor navbera Emerîka û Tirkiyê de çûbû.
Di encamê de, li ser avakirina vê odeyê li hev kirin.
Wezareta Parastinê ya Tirkiyê li ser malpera xwe ya Tiwitterê ragihand ku, şandeyek Emerîkî ji 6 kesan gihişt Rihayê.
Li gorî Wezaretê, wê di rojên pêş de, ev ode bikeve piratîkê de.
Beriya du rojan Seorka Meclisa Rêveber a MSD’ê Ilham Ehmed ji Ronahî TV re destnîşan kir ku, divê ew aliyekî danûstandinên Emeîka û Tirkiyê bin.
Pentagonê jî, lihehevkirina derbarê “Herêma Ewle” de red kiribû.