Li Îranê karkerên sektora petrolê dest bi grevê kirin

Dadgehên Komara Îslamî cezayê hepsê û lêdanê li Derhênerê Belgefîlman Mûjgan Îlanlû birîn.
Li ser vê yekê jî hîna Wezîrê Karê Derve yê Îranê Ebdulahiyan dibêje li welat mafekî zêde yê jinan heye.

Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê raperîna, “Jin, Jiyan, Azadî” 5’an de ye.

Di çarçoveya vê raperînê de karkerên sektora petrolê li dijî şert û mercên jiyanê û karkirinê dest bi grevê kirin.

Li parzûngeh û kolgehên Petrolê yên Dêh-loran û Îlamê yên Rojhilatê Kurdistanê duh karkeran dest ji kar berdan û bi riya çalakiyekê nerazîbûna xwe li beramberî mûçe û şert û mercên karkirinê anîn ziman.

Her wiha li parzûngehên petrolê û kolgehên petrolê yên li parêzgehên Xuzistan, Faris, Buşehir û Bedir Ebas bi heman armancê karkeran dest bi grevê kirin û çalakiyên nerazîbûnê lidar xistin.

Di daxuyaniya hevpar a karkerên sektora petrolê ya Îranê de wiha tê gotin:

“Êdî em bûne lehiyek û ger daxwazên me pêk neyên, emê her tiştî bi xwe re bibin.

Tevî ku heta niha jî em di nav hewldan û berpirsyartiyê de bûn, lê karkerên sektora petrolê, hejar, nexweş û bê maf mane.

Heta mafê xwe bi dest nexin, wê çalakiyên me berdewam bikin.”

Deshilata Îranê lez daye binçavkirinan

Li herêma Heft Hewiz a Tehranê meş û çalakiya nerazîbûnê pêk hatin.

Di çalakiyê de welatiyan dijî desthilatê dirûşme gotin û di navbera xwepêşander û hêzên dewletê de alozî derket.

Li gel dewambûna çalakiyan, pêngava girtin, binçavkirin û cezakirina binçavkiriyan berdewame.

Li parêzgeha Sîstan û Beluçistanê yek ji birîndarên xwepêşandana Îna bixwîn a li Zahîdanê yê bi navê Mensur Hormuzî piştî 108 rojan mayîna di komayê de, jiyana xwe ji dest da.

Mensur Hormuzî Beluçî bû ku ti nasnameya wî nebû.

Di xwepêşandanên dawî de gelek Belûçiyên ji mafê standina nasnameyê hatin bêparhiştin, jiyana xwe ji dest dan.

Cezayê zindan û lêdanê li derhêner Mujgan Îlanlu hate birîn

Li aliyekî din Derhênerê Belgefîlmê Mûjgan Îlanlû ku 3 meh in li Îranê girtî ye, 9 sal û 9 meh cezayê girtîgehê û 74 qamçiyan hate birîn.

Îran: Jinên li welat xwedî mafê azadiyê ne

Tevî van kirinên deshilatê, Wezîrê Karê Derve yê Îranê Huseyîn Emîr Abdulahiyan di serdana xwe ya li Tirkiyê de got:

Jin li Îranê xwedî azadî û mafên gelekî bilind in.

Abdulahiyan careke din kuştina Jîna Emînî weke mirineke xwezayî binav kir.

Back to top button