Hêzên Rizgariya Efrînê bi daxuyaniyekê bîlançoya çalakiyên di navbera 1 heta 10’ê Tebaxê eşkere kir.
Hêzên Rizgariyê diyar kir ku wê ev şer mezin bibe heta rizgarkirina Efrînê.
Li gorî bîlançoyê, 72 leşker û çeteyên dagirkeriya Tirkiyê hatine kuştin.
Hêzên Rizgariya Efrînê bi daxuyaniyekê bîlançoya çalakiyên hêzên xwe yên di navbera 1 û 10 Tebaxê de eşkere kir.
Hêzên Rizgariya Efrînê diyar kir ku bi çalakî û berxwedana hêzên wan artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê derbên giran dixwin.
Her weha diyar kir ku yekgirtina gelê welatparêz û ciwanan li derdora wan çalakiyên wan bihêztir kirine.
Hêzên Rizgariya Efrînê diyar kir ku ev şer wê mezin bibe û dawî li dagirkeriya Efrîn’ê bîne.
Li gorî daxuyaniyê bîlançoya çalakiyan weha ye:
14 çalakî pêk hatine, 7 ji wan sing bi sing.
Êrîşekî bejahî û ji aliyê şervanan hat têkbirin.
9 êrîşên bi çekên giran
Êrîşekî bi balafirên bê mirov.
5 tevgerên hewayî, di nav de carek bi helîkopterê.
10 Leşkerên Tirkiyê û 62 çeteyên wê hatine kuştin.
Her weha 2 jê serbaz 8 leşkerên dagirkeriya Tirkiyê û 11 çeteyên wê jî birîndar bûn.
Tankek, 2 jê çekên giran li ser 4 seyare, 2 motor, maşîneyekî kar hatin rûxandin.
9 AK-47, 2 PKM, 1 B-7, 1 çeka sûîkastê, 1 dûrbîna şevê, 1 dûrbîna termal, 20 şarjorên AK-47, 6 rext, hejmarek mezin guleyên PKM, 2 telefon, 4 serikên roketa B-7 û çenteyek wê, 2 çenteyên leşkerî, hejmarek zêde belge û nasname ketin destê hêzên rizgariyê.
Hêzên Rizgariya Efrînê diyar kir ku di van çalakiyan de şervanekî wan şehîd bûye.