Du xwişk, du Amara û du Şehîd

Amara Rûbar û Amara Şerîf her du xwişk navê xwe li dîroka Tevgera Azadiya Kurdistanê dan.
Û careke din isbat kirin ku navê Amara wê her bi têkoşîn, Fedekarî, berxwedanî û lehengî were nas kirin.

Ne yek ne du ne deh ne jî sed, hemû bûn Amara.

Carek bû Amara Roj , carek bû Amara Cûdî, carek bû Amara Goyî û … Amara û Amara…

Vê carê jî du xwişkên ji eşîra Goyan ên bi navê Amara Rûbar (Ayşe Kapar) û Cîhan Kapar (Amara Şerîf) li dû hev ketin ser vê rêyê bi navê Amara.

Malbata her du Amara ji ber zext û zordariya dewleta Tirk salên 90’î koçberî Başûrê Kurdistanê dibin.

Her çendî Amara Rûbar (Ayşe Kapar) xwişka malê ya herî biçûk be, zûtir biryara tevlîbûna nava Tevgera Azadiya Kurd dide.

Amara Rûbar sala 2012’an biryara tevlîbûnê dide û cihê xwe di nava refên gerîla de digire.

Li herêma Zapê dest bi gerîlatiyê kir û bi meyla xwe ya li ser qada leşkerî, tatkîkên gerîlatiyê pejirand û derbasî nava jiyanê kir.

Li Zagrosa di gelek çalakiyên sala 2012’an de cihê xwe girt û derbên giran li dagirkeran da.

Amara xwe li ser felsefeya Rêbertiyê kûr kir û bû yek ji milîtana PKK û PAJK’ê.

Amara Rûbar di êrîşeke dagirkeriyê ya dewleta Tirk de ku derbên giran li dagirkeran da ku têde helîkopterek hatiye xistin 20’ê Kanûna 2022’an li Cûdî şehîd dibe.

Xwika din Amara Şerîf (Cîhan Kaplan) keça malê ya herî mezin e û ew jî piştî xwişka xwe ya herî biçûk Ayşe sala 2015’an biryara tevlîbûnê dide.

Amara Şerîf berî tevlî bibe ji karê çandinî bigire heta karkeriyê qadên cuda yên çandiniyê ked da.

Dema ku digihêje çiyayên Kurdistanê, li ser esasê jineke azad dikare her tiştî bike û bi vî rengî dest bi têkoşînê kir.

Ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, ji bo kûrkirina xeta azadiyê ya jinê, ji bo xwedîderketina li keda şehîdan, li gelek herêman bi daxwaz, coş û kedkariyeke mezin tevlî bû.

Li dijî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk a li Herêmên Parastina Medyayê ya sala 2021’ê di Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de pêşengî dike.

Herî dawî hevrê Diyana li ser cîhaza mezin 8’ê Gulana 2021’ê diyar dike ku dijmin gaza jehrî bikar tîne û hew deng ji wan hate bihîstin.

Bi vî rengî Amara, Diyana, Jîn, Rûbar û Sarya şehîd dibin.

Weke du xwişk, du Amara û herî dawî du şehîd navê xwe li dîroka Tevgera Azadiya Kurdistanê dan.

Back to top button