Li Şedadê şehîd Deham Ebdulxelef hat oxirkirin

Şêniyên navçeya Şedadê cenazeyê şervanê QSD’ê Deham Eswed Ebdulxelef bi merasîmekê li goristana şehîdan oxir kirin.

Şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê Deham Eswed Ebdulxelef di 14’ê Çileyê di êrişek şaneyek çeteyên DAIŞ’ê de li Dêrazorê şehîd bû.

Şêniyên Şedadê û gundewarê wê merasîma oxirkirina şehîd li dar xistin.

Di merasîmê de, Endamê Federasyona Birîndarên Şer a Şedadê Basil El-Îbrahîm axivî û sersaxî ji malbata şehîd rexwest.

Yek ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Şedadê Ewde El Hisên jî axivî û soza şopandina rêya şehîdan û pêkanîna armancên wan da.

Paşê, wesîqeya şehadetê hate xwendin û radestî malbata şehîd hate kirin.

Cenazeyê şehîd di nava diruşmeyan de hat spartin.

Back to top button