9. Civata Giştî ya Kongra Star

Di Kongreya 9’emîn a Kongra Star jinan soza domandina têkoşînê dan. Seroka Desteya Jin a herêma Cizîrê Evîn Paşo û Endama Mala Êzidiyan ya bajarê Hesekê Nalîn Reşo anîn ziman ku Kongra Star ji bo azadiya jinan hat avakirin û wê konreya wê bibe zemîneke ji bo jinên cîhanê ku têkoşîna xwe bimeşînin.

Rêxistiniya Jinê bi Yekîtiya Star re li tevahiya herêmê belav bû.

Ne tenê jinên Kurd jinên ji hemû pêkhateyan tevlî bûn.

Di 9’emîn civata giştî ya Kongra Star de jî carek din soza dewam kirina têkoşîn hat dayîn.

Evîn Paşo: Kongra Star ji bo azadiya jinan hat avakirin

Seroka Desteya Jin a herêma Cizîrê Evîn Paşo ku di Kongreyê de amade bû anî ziman ku li darxistina Kongreya Kongra Star di vê dema ku êriş li ser herêmê heye, ji bo wan cihê hestiyariyê ye.

Evîn destnîşan kir ku Kongra Star ji bo azadiya jinan hat avakirin û gavên pîroz avêtine.

Evîn Paşo tekez kir ku Kongra Star li herêmên rizgarkirî jî ji jinan re bû palpişt.

Nalîn Reşo: Kongre bû zemînek ku jinên cîhanê bi yek destî têkoşînê bimeşînin

Her wiha Endama Mala Êzidiyan ya bajarê Hesekê Nalîn Reşo jî tevlî Kongreya 9’emîn a Kongra Star bû û da zanîn ku Kongre dibe zemînek ku jinên cîhanê bi yek destî têkoşînê bimeşînin.

Nalîn Reşo got, ez bi hêviya ku jinên ji hemû pêkhateyan azadiya xwe pêş bixin.

Nalîn diyar kir ku divê jin li hemberî hemû cureyên êrişan û zihniyetên bavksala xwe biparêze.

Back to top button