Çalakiya HDP’ê ya li dijî tecrîdê li ber Meclîsê li Enqerê didome

Wekîlên HDP’yî ku li dijî tecrîdkirina Rêber Apo di çalakiya Nobeda Edaletê de ne, diyar kirin ku dewamkirina tecrîdê dibe sedem ku krîzên li welêt kûrtir bibin. Ji parêzerên endamê Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Ferdî Yamar jî li dijî bêhiquqiya li Îmraliyê bang kir ku ev rewş bi dawî bibe.

Bi armanca hevdîtina parêzeran a bi Rêber Apo re Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) 20 roj in nobedê digirin.

Parlamenterên HDP’ê li pêşiya Meclîsê ya li Dîkmena Enqereyê daxuyanî dan.

Têkildarî tecrîdê Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan ku îro beşdarî çalakiyê bû axivî.

Omer Ocalan – parlamanterê HDP’ê yê rihayê

Omer Ocalan anî ziman ku desthilatdariya faşîst, ji sala 2015’an û vir ve hemû qanûn li dijî Kurdan, li dijî Birêz Ocalan, li dijî siyaseta demokratîk ji holê rakiriye.

Omer Ocalan: Tecrîd kirîza di her qadê de kurtir dike

Omer Ocalan ragihand ku kûrkirina sîstema tecrîdê ya li Îmraliyê, li her qadê krîzan giran dike û got: Tecrîd ne tenê li ser Rêber Apo ye, tecrîd li her qadê li dijî her kesî heye.”

Omer Ocalan: Divê deriyê Îmraliyê bê vekirin

Parlementer Omer Ocalan destnîşan kir ku AKP’ê şert û mercên çareseriyê bi dawî kiriye .

Parêzer Ferdî Yamar: CPT û Tirkiye şirîkê tecrîda li Îmraliyê ne

Her wiha ji bo tecrîda li dijî Rêber Apo bi dawî bibe, di 10’ê hezîrana 2022’yan de ji Tirkiyê 775 parêzerî serî li Wezareta Dadê dabûn.

Yek ji van parêzeran, endamê Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Ferdî Yamar tecrîda li Îmraliyê nirxand.

Yamar bi bîr xist ku ji sala 1999’an ve hevdîtina parêzeran a bi Rêber Apo re tê astengkirin û got:

Tecrîda li Îmraliyê veguheriye pergalekê.

Ti hevdîtineke CPT’yê li Îmraliyê nebûye cihê guherandina tiştekî.

CPT û Tirkiye şirîkê tecrîda li Îmraliyê ne”

Back to top button