Balafireke dewleta Tirk li Tirbespiyê erebeyek bombebaran kir

Balafireke bê mirov a dewleta Tirk a dagirker îro li ser rêya Qamişlo-Dêrikê erebeyek bombebaran kir. Di encama êrişê de hin kes birîndar bûn. Dewleta Tirk gundewarê Eyn Îsayê jî topbaran kir.

Êrişa li ser riya Qamişlo-Dêrikê di saetên nîvro de, li nêzî rawestgeha “Arî” ya li xaçerêya gundê Maşûqê yê ku 7 km li rojhilatê Tirbespiyê dikeve, pêk hat.

Li gorî şahidên bûyerê, di encama êrişê de hin kes, birîndar bûn.

Birîndar ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneya Qamişloyê.

Navê yek ji kesên ku birîndar bûye, Ehmed El- Salim (45) yê ji gundê Girê Mirkê yê li rojhilatê Tibespiyê ye, ku di dema êrişê de li nêzî cihê bûyerê bû.

Artêşa Tirk a dagirker gundewarên Eyn Îsa topbaran kir

Her wiha li Eyn Îsayê jî êrîş hebûn.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Seyda û depoyên li rojhilatê navçeya Eyn Îsayê, topbaran kir.

Back to top button