Xelkê Başûr bê elektirîke lê hikûmet elektirîkê difroşe Bexdayê

Hikûmeta Herêma Kurdistanê di 11 mehên par de 6 hezar û 421 megawat elektrîk firotiye hikûmeta Iraqê. Di demekê de ye ku xelkê başûrê Kurdistanê di şevreşiyê de û bê sotemenî ne. Aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê bi daxuyaniyekê bang li Hikumeta Başûrê Kurdistanê kirin ku rewşa jiyana welatiyan baştir bike.

Welatiyên Herêma Başûrê Kurdistanê bêsotemenî û elektrîkê mane û zivistana xwe di sermayê de derbas dikin.

Ji ber vê yekê heta niha gelek caran daxwaz kirine ku pirsgirêka elektrîkê were çareserkirin.

Lê, hikûmeta Başûrê Kurdistanê guh nade daxwazê welatiyan û pirskirêkê çareser nake û di nava 24 saetan de tenê çend saet elektrîk dide welatiyan.

Wezareta Plandanînê ya Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku hikûmeta Herêma Kurdistanê di 11 mehên par de 6 hezar û 421 megawat elektrîk firotiye hikûmeta Iraqê.

Ev jî di pêvajoyekî de ye ku welatiyên herêmê ji ber bê elektrîkê dinalin.

Li gorî daxuyaniyê di nava van 11 mehan de Başûrê Kurdistanê 29 hezar û 151 megawatt eleketrîk hilberandiye.

Di heman demê de li Başûrê Kurdistanê ji ber rewşa xirab a jiyanê welatî nikarin debaran xwe bikin.

Aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê: Divê hikumet xizmet bike

Têkîldarî vê mijarê, aliyên siyasî ên başûr bi daxuyaniyekê bang li hikumeta başûr kirin ku xizmetên baş ji bo welatiyan pêşkeş bike.

Tevgera Azadî, Hizba Komunîst ya Kurdistan, Hizba Komunîst ya Karkerên Kurdistan, Yekîtiya Komunîstan, Tevgera Demokratîk ya Gelê Kurdistan daxuyaniyeke hevpar dan.

Li ser navê her 5 aliyên siyasî Nejad Elî Qadir daxuyaniyê xwend.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku xelkê herêmê ber bi qonaxek aloz ya siyasî, aborî û civakî ve diçe û hat gotin:

“Jiyana xelkê, roj bi roj xirabtir dibe. Di vê werza zivistanê de peydakirina sotemeniyê gelekî zehmet bûye.

Ceyrana giştî hatiye kêmkirin û vê jî bandoreke xirab li welatiyan kiriye.”

Ev rewş di demekê deye ku rojane Herêma Kurdistanê zêdetirî 500 hezar bermîl sotemenî bi nirxê bazara cîhanî difiroşe.

Lê ji bo welatiyan sotemenî tune.”

Di dawiya daxuyaniyê, aliyên siyasî bang li berpirsan kir ku ceyrana giştî baş bikin û sotemeniyê li ser xelkê belav bikin.

Back to top button