Peymana F-16 girêdayî biryarên Tirkiyê di NATO û Sûriyê de ye

Di van rojên bê de wê Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyê Mewilûd Çawîş Oglo serdana serdana paytexta Amerîka Waşintonê bike. Şîrovekar armanca ji vê serdanê dispêrin mijaara kirîna balafirên F-16 bo Tirikiyê

Di demekê de ku dewleta Tirk mijara êrişeke li ser bakur û rojhilatê Sûriyê û neqebûlkirina beşdariya Siwêd û Filendayê li NATO’ê xistiye rojevê, Wezîrê Tirk Mevlut Çavuşoglu wê serdana Amerîkaryê bike.

Heta niha ne diyar e wê armanca vê serdanê çibe, lê gelek nirxandin derdikevin holê..

Tirkiyê ji Amrîkayê daxwaza kirîna 40 balafirên şer yên F-16 a Lockheed Martin û nêzîkî 80 kîtên nûjenkirinê ji Amerîkayê dike.

Wezareta Karên Derve ya Amerîka jî ragihandibû ku gereke ev mijar li Knogrêsê were nîqaş kirin.

Şîrovekar vê serdana Wezîrê Derve yê Tirk Mevlut Çavuşoglu li Amerîkaiyê dispêrin sê mijaran:

  • Kirîna balafirên şer ên F-16
  • Hewldanên lihevkirina bi hikûmeta Şamê
  • Û operasyoneke leşkerî ya muhtemel a li Bakur û Rojhilatê Sûiryê

Balyozê berê yê Amerîkayê li Enqerê James Jeffre, qebûlkirina Kongrêsa Amerîkayê li ser balafirên F-16 bi endamtiya Siwêd û Fîlendayê bo NATO’yê ve girêdide..

Her wiha James Jeffre teqez kiribû ku divê Tirkiyê mijara êrişeke li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî ji rojeva xwe derbixe..

Jeffrey ji Dengê Amerîkayê re jî vê yekê dibêje:

”Eger em di van her du mijaran de gavekê nebînin, ez texmîn nakim ku ew ê gelek tişt bên kirin ku Tirkiye F-16an bikire.

Ger bikire jî, divê Tirkiyê van balafiran li dijî Yonanistanê bi kar neyne.”

Fermandarê berê yê CENTCOM’ê General Joseph Votel ku li Iraq û Sûriyê şerê li dijî DAIŞ’ê bi rê ve dibir, derbarê mijarê de got:

“Divê Amerîka rêkeftina firotina F-16 tam bi wê mercê ve girêbide ku Tirkiye piştgiriya berfirehkirina NATOyê bike û li bakurê Sûriyê tevgerê leşkerî pêş nexe.

Back to top button