TEV-DEM’ê ji bo salvegera êrişa li dijî Efrînê daxuyanî da

TEV-DEM’ê ji bo salvegera destpêka êrişên Tirkiyê li dijî Efrînê daxuyanî da û got: ”Berî 5 salan dewleta Tirk a dagirker polîtîka xwe ya qirkirina gelê herêma Efrînê yê resen da destpêkirin. Ji bo wê jî li dijî herêma Efrînê êrişa herî giran da destpêkirin û her cure çekê giran jî bi kar anî. TEV-DEM’ê banga dawîkirina dagirkeriya Tirkiyê kir. 

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ji bo salvegera destpêka êrişên Tirkiyê li dijî Efrînê daxuyaniyek da.

TEV-DEM: Tirkiya dagirker hewl da gel qir bi

TEV-DEM’ê anî ziman ku berî 5 salan dewleta Tirk a dagirker hewl da gelê herêma Efrînê yê resen qir bike û got:

”20’ê Çileya 2018’an artêşa Tirk êrişa herî giran li dijî herêma Efrînê da destpêkirin û têde her cure çek bi kar anî.

Ev yek bi armanca ku binesaziya herêmê û ewlehiya wê û îrade û berxwedana gelê wê têk bibin pêk hat.

Li wir demografiya herêmê guhertin, mêtingeh ava kirin, dar qut kirin, mal û milkên welatiyan wêran kirin.

Xelkê wê revandin, kuştin û dan koçer kirin.”

TEV-DEM: Efrîn bû qurbana siyasetên pergalên dîktator

TEV-DEM’ê balkişand ser bêdengiya cîhanê ya li hember sûcê ku li Efrînê hat kirin û ev tişt anî ziman:

”Civaka navneteweyî ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî û aborî yên qirêj çavê xwe li sûcên ku hatin kirin girtin.

Di encamê de jî Efrîn bû qurbana siyasetên pergalên faşîst û dîktator û veguhastin navendeke terorê û komên çete.

TEV-DEM Bang kir: dawî li dorpêç û dagirkeriyê bînin

TEV-DEM’ê behsa dorpêça ku hikûmeta Şamê li ser Şehbayê sepandiye jî kir û wiha dewam kir:

”Hikûmeta Şamê dor li Şehbayê girtiye. Artêşa Tirk a dagirker jî rojana li dijî wê deverê êrişan pêk tîne û topbaran dike.

Ev yek û îsrara herdu rêjîman ku lihevkirinên nû pêk bînin, nîşan didin ku siyasetên wan ên li dijî berxwedana gelê Efrînê têk çûne.”

Dawiyê, TEV-DEM’ê bang li sazî û rêxistinên mafên mirovan kir ku li hember dorpêça hikûmeta Şamê helwestên cidî û tund nîşan bidin.

Her wiha bang li hêzên siyasî û niştîmanî yên herêmê kir ku bi rêya helwestên siyasî yên exlaqî destekê bidin gel û dawî li dagirkeriyê bînin.

Back to top button