LI CERABLÛSA DAGIKERÎ DA SER ŞOPA DAIŞ’Ê Û DU KES BI GULEYAN KUŞTIN

Tevî ku dagirkeriya Tirkiyê hewl dide artêşa bi navê Wetenî weke artêşekî nerm e nîşan bide jî, lê îdeolojiya wan û DAIŞ`ê ji hev ne cuda ye û kirinên wan jî dikin. Çeteyên bi navê “Artêşa Wetenî” du sivîl ji Cerablusa dagirkirî bi guleyan kuştin.

Piştî ku dewleta Tirk a dagirker Cerablus, Ezaz û Bab dagir kirin, di dawiya 2017`an de komek çeteyan a bi navê “Artêşa Wetenî” ava kir.

Ev çete rastiya rûyê Erdogan û AKP`ê yên ku desteka teroreê dikin, zelal dike.

Di vî warî de çavdêriya Sûrî ya mafê mirovan ragihand ku van çeteyan kesê Mistefa Hesen Salih û Remedan Îsa Sinûnî bi guleyan kuştine.

Çeteyan termê herdu kesan avêtin derdora bajarok û li ser wan kaxizek bi nivîsa “Sûc: Ajan, teqîn û kuştin” danîbûn.

Lê malbatê herdu kesan bi rêya dengekî ev îdîa red kirin û diyar kirin ku çeteyan biryara kuştinê dan, da ku rastiyan veşêrin

Li herêmên di bin dagirkeriya Tirkiyê de tevlihevî belav bûye.

Bûyerên kuştinên ne diyar, teqîn, dizî û şerê di navbera çeteyan de bi xwe de jî belav bûye.

Dem demê şêniyên wan herêman xwepêşendan li dar didixin û ji dewleta Tirk a dagirker dixwazin ku ji ax û malên wan ên ku veguherandine bargehên leşkerî derkeve.

Leave a Reply

Back to top button