Kuştina Nora El Ehmed hat şermezar kirin ‎

Yekitiya Mamosteyan a Heleb û Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Minbicê ‎sûcê kuştina mamoste Nora El Ehmed û zaroka wê şermezar kir.

Li taxa El Meşleb a Reqayê duşema borî, jinek ducanî bi navê ‎Nora El Ehmed a 25 salî û zaroka wê hatin kuştin. ‎

Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Minbicê têkildarî sûcê kuştina jina ducanî û zaroka wê ya 8 salî li taxa Meşleb a Reqayê daxuyaniyek da.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li tevahî saziyên hiqûqî û rêxistinan hat kirin ku li dijî zulma li ser jinan bisekinin.

Bi heman boneyê Yekitiya Mamosteyan a Helebê jî li dibistana Qehreman a li taxa ‎Şêxmeqsûd daxuyaniyek da.‎

Di daxuyaniyê de bang li aliyên peywendîdar, civaka navnetewyî, rêxistina parastina mafên ‎jinan, Yekitiya Mamosteyan a Reqayê hat kirin ku balê bikşînin ser sûcên ku mafên ‎mirovan bin pê dike.

Back to top button