Têkildarî tecrîdê, dosyayek radestî Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî hat kirin

Kurdistaniyên li Bernê dijîn, ji bo balê bikêşin bi ser tecrîda dijî Rêber Ocalan çalakiyek li dar xistin û dosyayek radestî Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî kirin.

Kurdistaniyên li Bernê ya Swîsreyê, tecrîda li dijî Rêber Ocalan protesto kirin.

Hevseroka Komeleya Çanda Kurd a Bernê Mîne Çetînkaya axivî û diyar kir ku di serî de CPT, saziyên mafên mirovan du rû ne.

Piştre Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Mûsa Farisogûllari axivî û bêdengiya raya giştî ya navneteweyî ya li hemberî vê derhiqûqiyê, rexne kir û got: “Kurd divê li her derê li dijî vê tecrîdê rabin”

Her wiha banga mezinkirina têkoşîna ji bo azadiya Rêber Ocalan hat kirin.

Bi Elmanî jî, dosyayek têkildarî tecrîda li dijî Rêber Ocalan, radestî Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî hat kirin.

Back to top button