Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê teqîna ku duh li Efrînê rû dabû, girte ser xwe.
Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê daxuyaniyek der barê vê yekê de da û got:
12 Tebaxê, yekîneyke me bombeyek li navenda bajarê Efrînê li taxa Vêlat li cem navenda bi navê “Kommandos” a girêdayî çeteyên Sultan Murad çand.
Di encamê de 3 çete hatin kuştin û 5 jî bi giranî birîndar bûn.
Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê teqez kir ku ew ê her li ser soza xwe bimînin û çalakiyên xwe yên bi vî rengî berdewam bikin.