Li Perû jimara xwepêşandêrên hatine kuştin derket 53’an

Xwepêşandêran careke din êrişî avahiya hikumeta Perû kirin.
Di bersivdayîna û tundiya polîsan de 2 xwepêşandêrên din jî hatin kuştin.
Bi vê yekê re jimara xwepêşandêrên ji Kanûna 2022’an û heta niha jiyana xwe ji dest dayîn derket 53’an.

Ji 7’ê Kanûnê ve rewşa li Perû wiha ye.

Piştî Serokê berê Pedro Castillo ji aliyê Kongreyê ve ji erk hat girtin alîgirên wî daketin qadan.

Xwepêşandêran bi daxwaza îstifakirina Dina Boluarte دينا بولوارت ya ku piştî Castillo bû serokomar daketine qadan di daxwazên xwe de bi biryarin.

Xwepêşandêrên daxwaza hilbijartinên pêşwext dikin, navenda polîsan û dadgeha li bajarê Macusani ماكوساني yê eyaleta Carabaya şewitandin.

Polîsan jî bi tundî êrişî xwepêşandêran kir.

Di encamê de, 2 xwepêşandêrên din hatin kuştin.

Bi vê yekê re ji roja despêkirina xwepêşandanan û heta niha jimara xwepêşandêrên hatine kuştin derket 53’an.

Jimara birîdaran jî 700 derbas kir.

Li Perû çi bû?

Serokê berê yê Perû Castillo di 7’ê Kanûnê de ji aliyê Kongreyê ve ji kar hat dûrxistin.

Ev yek piştî Casltillo biryar da ku Kongre betal bike û rewşa awerte ragihîne pêk hat.

Castillo dema ku hewl dida xwe li Balyozxaneya Meksîkayê bigire hat binçavkirin.

Di heman demê de cîgira wî, Dina Boluarte, 8’ê Kanûnê weke seroka nû ya welêt sond xwar.

Ji ber xwepêşandanên ku piştî Castîllo şandin girtîgehê, di 14’ê Kanûnê de Rewşa Awarte hatibû ragihandin.

Castillo ku ewil 7 roj hat binçavkirin, di 16’ê Kanûnê de ji ber xetereya revê 18 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn.

Dina Boluarte ku şûna Castillo girt, banga diyalogê li xwepêşanderên ku ji bo îstîfaya wî protesto dikirin, kir.

Xwepêşander hilbijartinên pêşwext û azadkirina Castillo dixwazin.

Back to top button