Zelensky mirina Wezîrê Hindirîn bi şerê li welat ve girê da

Serokomarê Ukrayna Zelensky mirina tevî wezîr û cîgirê wî ya 16 kesan bi encama şerê li welat ve girê da.

Volodymyr Zelenskiy piştî ketina helîkopterê ya duh li paytext Kîevê ku di nav de Wezîrê Karên Hundir ê welat û cîgirê wî, di Civîna Bilind a Davosê de axivî.

Zelensky yê bi rêya vîdeo konferansê beşdarî Foruma Aborî ya Cîhanê (WEF) ya 53.a li Davosa Swîsreyê bûyî got:

Qeza “encama şer”.

Di dema şer de qezayek tune.

Hemû nîşaneyên ketina helîkopterê nîşan didin ku ew qeza bûye.

Lê servîsa ewlehiyê ya Ukraynayê li ser îhtîmala sabotajê û her weha sedemên muhtemel ên wekî şaştiyeke teknîkî an binpêkirina balafiran lêkolînan dike.

Hat ragihandin ku helîkopter ewil li avahiya apartmanê û paşê jî li kreşeke zarokan xist.

Di helîkopterê de ji bilî Wezîr Denis Monastirski 8 kesên din hebûn.

Rayedaran diyar kirin ku di nav miriyan de zarokek jî heye.

Derbarê sedema qezayê de hêj ti daxuyanî nehatine dayîn.

Zelensky di peyama xwe ya ku li ser Telegramê parve kir de destnîşan kir ku ji bo zelalkirina bûyerê ferman daye rayedaran.

Wezîrê Karên Hundir ê 42 salî Monatirskî di agahdarkirina gelya ji rewşa li welat de roleke zêde dileyîst.

Back to top button