Meral Daniş Beştaş: Divê her kesê demokrat li ber tecrîdê rabe

Parlementerên HDP’ê diyar kirin ku heta tecrîda li ser Rêber Apo bi dawî nebe, demokrasî jî ne mimkin e û gotin, “Divê erkê sereke ya her kesên demokrat deşîfrekirina siyaseta tecrîdê be.”

Tecrîda girankirî ya li dijî Rêber Apo dewam dike û ev nêzî 2 sal in ti agahî ji Îmraliyê nayê girtin.

Li dijî tecrîdê sazî,rêxistin û partiyên siyasî jî di nav de gelê Kurd û dostên xwe di nava çalakiyan de ne.

Ji bo parêzer bikarin bi Rêber Apo re hevdîtin bikin Partiya Demokratîk a Gelan HDP jî 21 roj in di Nobeta Edaletê de ye.

Parlamenterên HDP’ê bi dowîzên, “Bila li Îmraliyê hiqûq bê bi cih anîn” li ber baxçeya Meclîsê yê Dîkmena Enqereyê kombûn û daxuyanî dan.

Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş di çalakiyê de axivî.

Meral Daniş diyar kir ramana siyasî çi dibe bila bibe divê erkê sereke ya her demokratên li Tirkiyê deşîfrekirina siyaseta tecrîdê be û wiha got: Heta tecrîda li Îmraliyê dawî nebe demokrasiyê nayê li Tirkiyê.

Em dibêjin ku kes tu encamê nikare ji tecrîdê bigire.

Tenê dikare taloq bike û li demê belav bike û dibe ku bibe sedema zêdebûna pirsgirêkan.”

Meral Daniş Beştaş: Tekane kesê ku Tirkiyê ji çala krîzê derxîne birêz Ocalan e

Ji bo çareseriya pirsgireka Kurd Meral Daniş bang kir ku divê bi birêz Ocalan re hevdîtin werin kirin û got: “Niha ev hêzên ku tecrîdê disepînin dizanin ku tekane kesê ku Tirkiyê ji çala krîzê derbixe Ocalan e.

Lê dîsa jî di tecrîdê de israr dikin. Ditirsin û dizanin heke tecrîd rabe, wê dawî li pergala wan a dizî û talanê were.”

Di dawî de Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş bi bîr xist daxwaza wan pêkanîna hiqûq û bidawîkirina tecrîda li Îmraliyê ye.

Back to top button