Berdevka Koolîsyona Navnetewî Rachel Jefkot ji Ronahi TV axivî

Berdevka Koolîsyona Navnetewî ya li Sûriyê Rachel Jefkot beşdarî bernameyek taybet a telvezyona me bû û hevalbendiya di navbera Koolîsyon û QSD’ê ya di şerê li dijî DAIŞ’ê de nirxand.
Rachel got: Em ê heya dawîanîna li DAIŞ’ê hevalbendiya xwe li gel QSD’ê bidomînin..

Berdevka Koolîsyona Navnetewî Rachel Jefkot derbarê girîngiya şerê li dijî DAIŞ’ê û hevalbendiya di navber Koolîsyon û QSD’ê de ji telvezyona me re nirxandin kir.

Rachel Jefkot: Bi hevkariya QSD’ê me gelek operesyon li Sûriyê pêk anî

Rachel Jefkot diyar kir ku çeteyên DAIŞ’ê ji bo ku êrişên xwe li ser herêmê zêde bike dê gelek rêbazan bikar bîne û got:

“DAIŞ’ê dê ev rewşa ne aram a li herêmê û rewşa avhewayê ji bo ku êrişan bike bikar bîne, lê belê em wekî em wekî Hêzên Koolîsyonê bi desteka QSD’ê me gelek operesyon li dijî rêxistina DAIŞ’ê pêk anîn.

Di sala 2022 de me 330 operesyon li Iraq û Sûriyê pêk anîn. 108 operesyon ji wan bi hevkariya QSD’ê li Sûriyê pêk hatin.

”Ji bo vegerandina girtî û malbatên DAIŞ’ê em jî di nava hewldanan de ne”

Rachel bal kişand ser girtiyên DAIŞ’ê yên di zindanên Rêveberiya Xweser de û ev yek anî ziman:

“Ji bo ku em rê li ber vejandina DAIŞ’ê bigrin, her dem bang li dewlet û civaka navnetewî dikin ku malbat û girtiyên DAIŞ’ê yên li Sûriyê vegerînin welatên wan.”

”Teqez wê piştgiriya me ya bi QSD’ê re bidome”

Rachel teqez kir ku ew ê di piştgirya xwe ya bi QSD’ê re li dijî DAIŞ’ê dewam bikin.

“QSD’ê tekane hevkarên Koolîsyonê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne.

Piştgiriya bi QSD’ê re a ji bo dabînkirina ewlehî û aramiya herêmê û xelkê wê dê dewam bike.

“Em li dijî her kiryareke leşkerî ku aramiya herêmê têk dibe ne”

Rachel derbarê êrişên li ser herêmê de ev yek got:

“Hêzên Koolîsyona Navnetewî li dijî her kiryareke leşkerî ye ku bandoriya wê li operesyon û şerê li dijî DAIŞ’ê yê bike ye.

Bi taybetî ew kiryarên leşkerî yên ku gefê li ewlekarî û aramiya xelkê herêmê dike.”

”Hêzên Koalîsyonê ji bo piştgiriya QSD’ê amade ye”

Berdevka Koolîsyona Navnetewî Rachel Jefkot wiha dawî li axaftina xwe anî:

“Hêzên Koolîsyona Navnetewî ji bo dest û piştgiriya bi QSD’ê ya li dijî DAIŞ’ê re amade ye.”

Back to top button