Bedran Çiya Kurd: Projeya Rêveberiya Xweser ji bo aştiya li Sûriyê ye

Wezîrê Karê Derve yê Rûsya Sergey Lavrov duh gotibû ku Rêveriya Xweser serkêşiya projeyeke cudakariyê dike. Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Bedran Çiya Kurd li ser daxuyaniya Lavrov got: Projeya me zelale û ew jî ji bo hemû gelê Sûriyê ye.

Wezîrê Karê Derve yê Rûsya Sergey Lavrov duh careke din derket û got ku Rêveriya Xweser serkêşiya projeyeke cudakariyê dike.

Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Bedran Çiya Kurd bersiv da daxuyaniya Lavrov.

Bedran Çiya Kurd got: “Di demekê de ku em israr dikin pirsgirêk bi riya diyaloga niştîmanî ya Sûrî werin çareserkirin û tevî navbênkariya Rûsî di nava rêveberiyê û Şamê de heye, cihê mixabiniyê ku Wezîrê derve yê Rûsiya Lavrov derkeve û gotinên xwe yên kevin dubare bike.

Dibêje em projeyeke parçekirinê bi rêve dibin û hin alî me bi kar tînin û Rûsiya xemên Tirkiyê fêm dike.

Ew helwesta Rûsiya Tirkiyê sor dike ku zêdetir istiqrara Sûriyê xirab bike û destekê dide siyaseta li dijî Rêveberiya Xweser û QSD’ê. ”

Bedran Çiya Kurd diyar kir ku Rûsiya bi van helwestan hîne parçebûnê di nava xelkê Sûriyê de çêdike û wiha dewam kir:

“Daxuyaniyên wiha rê li ber parçebûna Sûriyê vedike û Rûsiya berpirês rewşên wiha de ger çêbibe.

Tewambarkirina me ku dixwazin parçe bibin û dewletekê ava bikin dûrî rastiyê de.

Projeya me projeyeke zelale ku pêwistiya Sûriya pê heye.”

Bedran Çiya kurd her wiha teqez kir ku Rûsiya di Sûriyê de xwedî role û dikare bibe wesîla avakirina çareserî û istîqrarê û em hêvî dikin ku ew doza me ya ji bo Sûriyeke adilane fêm bike.

Back to top button