LI GIRTÎGEHA XARPÊTÊ, ZEXTÊN LI SER GIRTIYAN DIDOMIN

Li Girtîgeha Xarpêtê binpêkirina mafên mirovan ji rojevê dernakeve. Gardiyanên Girtîgeha Hêjmar 2 a Ewlehiya Bilind a Xarpêtê bi hinceta “Bi odeya cîranên xwe re axivîne li girtiyan xistin.

Serdegirtina qawîşê 4’ê Tebaxê pêk hat.

Gardiyanan di serdegirtina qawîşê de li 15 girtiyan xistin û birîndar kirin.

Di êrîşa gardiyanan de girtî Medenî Kiye bi giranî birîndar bû.

Kiye ji ser hişê xwe çû û ew rakirin nexweşxaneyê.

Girtî Medenî Kiye ji ber lêdana gardiyanan êdî nema dikare biaxive.

Xwişka Kiye Hatice Kiye jî ev yek pişt rast kir.

Leave a Reply

Back to top button