BALAFIRÊN REJÎM Û RÛSYAYÊ, BAŞÛRÊ IDLIBÊ DANE BER BOMBEBARAN Û BERMÎLÊN TEQEMENIYÊ

Şerê Idlibê didome û her roj dijwartir dibe. Di vê derbarê de, Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov ragihand ku ji ber bombebarana balafirên şer ên Rûsî li herêma Xan Şêxûn a başûrê Idlibê, 3 sivîlan jiyana xwe ji dest da û gelek jî birîndar bûn.

Di heman çerçoveyê de, balafirên şer ên rêjîma Sûrî li gel ên Rûsyayê, ji şeva din heya berbanga sibehê herêm bombebaran dikir.

Li gorî Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov, balafirên Rûsî 22 êrîşên ezmanî li dijî herêmên Xan Şêxûn, Temani’a, Kefer Sajna û Tir’î yên başûrê Idlibê pêk anîn.

Her wiha aliyê Kebanê yê herêma Cebel Ekrad bakurê Lazqiyê û derdora Kefer Zêta û Latamnayê yên bakurê Hemayê jî bûn armanca 30 bermîlên teqemeniyê yên hêzên rêjîmê.

Leave a Reply

Back to top button