
Li Efrîna dagirkirî teqînek rû da û têde kuştî û birîndarên çeteyên dewleta Tirk çêbûn.
Li gorî nûçeya ANHA’yê, doh li deriyê Xezawiyê yê navçeya Şêrawayê teqîneke mezin çêbû.
Teqîn li ser benda kontrolê ya çeteyên dewleta Tirk a dagirker pêk hat.
Di encamê de 2 çete hatin kuştin, jimarek jî birîndar bûn û rakirina nexweşxaneyên Tirkiyê.
Li gorî çavkaniyan navên çeteyên ku hatine kuştin jî wiha ne:
“Çete Museb Salih El Sedî yê 27 salî û Hemîd Fedil El Omer yê 32 salî. Navê birîndaran nehat zanîn”