TEV-DEM’ê şehîdên pêngava Gurzê Gelan bi bîr anî

Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM′ê bi daxuyaniyekê şehîdên pêngava Gurzê Gelan bi bîr anî.

Tevgera Civaka Demokratîk ji bo salvegera êrişa li dijî zindana Sînaaa daxuyaniyek da û got:

“Êrişa li dijî zindana Sînaa hemwextî şermezarkirina êrişên dewleta Tirk li dijî Efrînê pêk hat.

Her wiha hemwextî şahiyên ragihandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk jî pêk hat.

Ji lew re AKP′ê hewl da bi vê êrişê ewlehî û aramiya herêmê têk bibe, komkujiyên din pêk bîne.

Û terora xwe zêde bike, da ku Rêveberiya Xweser û çanda civakî têk bibe.

TEV-DEM’ê balkişand ser berxwedana xelkê bajêr û ya şervanên QSD’ê û ev tişt anî ziman:

“QSD′ê, Hêzên Asayîşê û pêkhateyên herêmê bi awayekî hevgirtî li hember wan çeteyan sekinî.

Û jiyana bi hezaran welatiyan rizgar kir û plana terorê têk bir. Bi wê re 121 şehîd jî dan.

Di dawiyê de TEV-DEM’ê eşkere kir ku paşguhkirina darizandina çeteyên DAIŞ’ê wê terorê zindî bike.

Back to top button