Kongra Star: Ev êriş bi piştgiriya hêzên destwerdanê Sûrî kirine pêk hat

Koordînasyona Kongra Star, û fermandariya giştî ya YPJ ‘ê bi boneya salvegera destpêka êrişên li ser Efrînê û êrişa li ser girtîgeha Xwêran a Sinaa daxuyanî dan.
Kongira star û YPJ tekez kirin ku ew ê bi rihê şehîdên Berxwedana Serdemê û şehîdên Gurzê Gelan tê bikoşin û dagirkeriyê têk bibin.

Dewleta Tirk a dagirker di 20`ê Çileya 2018`an de êrişî kantona Efrînê kir

Çeteyên DAIŞ’ê jî di 20’ê Çileya 2022’an de êrişê girtîgeha Sinaa ya Hesekê kirin.

Têkildarî van êrişan Koordînasyona Kongra Star daxuyaniyek da.

Kongra Star dazanîn ku ev her du êriş jî bi piştgiriya hêzên ku destwerdanê Sûrî kirine pêkhatin û got:

“Êrşa li ser girtîgeha sinaa û ya destpêkirina dagirkirina Efrînê bi destê hêzên ku destwerdana Sûrî kirin pêk hat.

Armanca van êrişa jî ew bû ku pergala Rêveberiya Xweser têk bibin.”

Kongra Star di berdewamiya daxuyaniya xwe de balkişand li ser berxwedan şervanên QSD’ê ya êrişa li ser girtîgeha Xwêran jî got:

Kongra Star: Emê xwedî li destkeftiyên şehîdan derkevin

Êrişa li dijî girtîgeha Sinaa bi berxwedana şervanên azadiyê hate valaderxistin.

Di di oxira parastina herêmê de 121 cangoriyên azadiyê şehîd bûn.

Lê bila her kes bizanibe emê heta dawî xwedî li berdêlên şehîdên xwe derkevin.

Kongra Star di dawî de dazanîn ku xeteriya DAIŞ’ê didome û bang li hêzên navdewletî kir ku erka xwe ya darizandina çeteyên DAIŞ’ê bi lez pêk bîne.

Back to top button