
5 salin li Efrîna dagirkirî hemû sûcên qirêj tên kirin.
Ji roja dagirkirî wê ve şênî tên revandin, êşkence kirin û kuştin.
Herî dawî MÎT’a Tirk dîsa ji wir welatiyek din revand.
MÎT’a Tirk û çeteyên wê bi ser gundê Kefer Zîtê yê navçeya Cindirêsê yê Efrînê de girtin.
Li gorî MÎT’ê ji gund welatiyê bi navê Ednan Ebdo ê 39 salî girt.
Dema serdegirtina gund de gelek ciwan ji gund reviyan.
MÎT’ê û çeteyan navên ciwanên ku ji gund reviyane li ser bendên kontrolê yên li Efrîna dagirkirî belav kirin.
Hêjayî bîrxistinê ye ku piranî şêniyên gundê Kefer Zîtê Êzdî ne.