JI BO BÎRANÎNA ŞEHÎDÊN ENTERNASYONALÎST 14’Ê ÎLONÊ, WÊ NAVÊ ŞEHÎDAN LI DARISTANEKE SWÎSREYÊ BÊ KIRIN

Bandora Şoreşa Rojava ya li qada navneteweyî êdî mezin dibe. Komek ji ciwanên Swîsrayê ji bo bîranîna şervanên enternasyonalîst ên li Rojava şehîd bûn wê daran biçînin.MIX::

Li herêma Mont-Soleîl (Çiyayê Rojê) ya bajarê Saînt-Îmîer ê Swîsreyê li qada daristanî dar bên çandin.

Çandina daran wê 14’ê Îlonê bi merasîmekê dest pê bike.

Malbatên şervanên enternasyonalîst û hevalên wan jî wê tevlî merasîmê bibin.

Bajarê Saînt-Îmîer wê navê “Daristana Şehîdên Enternasyonalîst ên Şoreşa Rojava” lê bê kirin.

Kolektîfa Mont-Soleîlê têkildarî mijarê daxuyaniyek da û got:

Xwedîderketina li bîranîna şehîdên enternasyonalîst berpirsyariya me ye.

Em ê darên xwe li Çiyayê Rojê biçînin ku serketina li dijî tarîtiya faşîzmê sembolîze dike.

Bi vê daristanê re em ê bîranîn û daxwazên şehîdên Şoreşa Rojava , biparêzin.”

Leave a Reply

Back to top button