Mitsotakis: Em ê şerê Tirkiyê nekin

Serokwezîrê Yewnanîstanê Kiryakos Mitsotakis diyar kir ku ew di wê baweriyê de ye ku nakokiyên bi Tirkiyê re bi rêya danûstandinan çareser bike.
Mîtsotakis got, “Em ê bi Tirkiyê re şer nekin.”

Serokwezîrê Yewnanîstanê Kiryakos Mitsotakis di Foruma Aborî ya Cîhanê ya ku li Davosa Swîsreyê hat lidarxistin de axivî.

Kiryakos Mitsotakis got; Ez di wê baweriyê de me pirsgirêkên bi Tirkiyê re bi diyalogê çareser dibin.

Gefên serokomarê Tirkiye Erdogan yên li dijî Yewnan ku digot; “Dibe ku em şevekê ji nişka ve werin” di raya giştî ya Yewnanîstanê de rastî bertekên mezin hatibû.

Mitsotakis: Em dikarin weke kesên têgihiştî rûnin û biaxivin

Mîtsotakis yê got, “ew bi Tirkiyê re şer nakin” anî ziman ku ew dikarin weke kesên têgihiştî rûnin û biaxivin.

Mitsotakis îşaret bi şêwazê çareserkirina heman pirsgirêkan li gel Îtalya û Misirê jî kir û ev tişt anî ziman:

Em li ser vê yekê difikirin ku aloziya bi heman rengî bi Albanya re bibin Dadgeha Navneteweyî ya Dadê li Laheyê.

Serokwezîrê Yewnanîstanê Mîtsotakis û Serokomarê rejîma Tirkiyê Erdogan di Adara 2022’an de li Stenbolê civiyabûn.

Li Tirkiyê di 14’ê Gulanê de hilbijartinên serokomarî û parlementoyê tên kirin.

Li Yewnanîstanê gel wê di meha Tîrmehê de biçe hilbijartinên parlementoyê.

Derbarê hilbijartinên Tirkiyê de jî Mîtsotakis wiha got,

“Ez nizanim wê çi hikûmetek ji Tirkiyê derkeve, lê ez di wê baweriyê de me ku rêyên kêmkirina aloziyan hene.

Em dikarin li ser mijarên berjewendiya hevbeş kar bikin.

Em dikarin li hev bikin.”

Mitsotakis: Tirkiyê Qibris dagir kir û grav parçe kir

Serokwezîrê Yewnanîstanê diyar kir ku artêşa Tirk 1974’an li Qibrisê dest bi operasyonê kir û bakurê Giravê “dagîr kir”.

Di encama vê operasyonê de girav hat parçekirin.

Back to top button