
Wezîrê Karê Derve yê Amerîka Blinken li gel hempîşeyê xwe yê Tirk Çavuşoglu, bi wezîrê herdu welatan re rewşa dawî nirxand.
Swêd û Fînlandiya nêzî salekê ne çavê xwe li derê NATO ye.
Ji bo endamtiya wan were êrêkirin heta niha 28 welat razî kirine.
Lê Tirkiye û Macerîstan daxwaza van welatan weke kaxeza zextê bikar tîne.
Blinken dixwaze bilez Swêd û Fînlandiya beşdarî NATO bê kirin
Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Ned Price ragihand ku Antony Blinken bi Wezîrê Derve yê Fînlandiyayê Pekka Haavisto û Wezîrê Derve yê Swêdê Tobias Billström re civiya.
Price diyar kir ku di hevdîtina Blinken a bi her du wezîran re, careke din îşaret bi piştevaniya Waşîngton ya bo van herdu welatan hatiye kirin.
Price, daxuyakirin ku Wezîr Blinken amadebûna Swêd û Fînlandiyayê ji bo tevlêbûna NATOyê nîşan da û got,
“Amerîka ji hevalbendên din dixwaze ku bi lez tevlîbûna her du welatan erê bikin.”
Hêjayî gotinê ye ku hevdîtina wezîrê karên derve yê Amerîkayê bi wezîrên Fînlandiya û Swêd re, piştî serdana Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu bo Washingtonê pêk hat.
Di civîna Mekanîzma Stratejîk a DYA û Tirkiyê de yek ji mijarên li ser masê jî tevlîbûna van her du welatan a NATO’yê bû.
Piştî 24’ê Sibata 2022’an Rûsya êrişî Ukrayna kir, Fînlandiya û Swêd 18’ê Gulanê serlêdana endamtiya NATO kir.
Rejîma Tirk ji ber hebûn û rêxistinbûna gelê kurd ya li van welatan bihêrese û daxwaza binpêkirina demokrasiyê li van welatan dike.
Piştî peymana ku par hat îmzekirin, rejîma Tirkiyê hîna îdia dike ku daxwazên wê pêk ne hatine.
Ji bilî Tirkiye û Macarîstanê, hemû welatên NATOyê protokolên endamtiyê yên her du welatan bi meclîsên xwe yên neteweyî derbas kiribûn.
Akesson: Wê ji Tirkiyê re tewîzên bêsînor neyê dayîn
Herî dawî Serokê Partiya Demokratên Swêdê (SD) ya rastgirê tundrew Jimmie Akesson Erdogan weke “dîktatorekî îslamîst” bi nav kir û got;
Wê ji Tirkiyê re tewîzên bêsînor neyên dayîn.